Koreya Basûr: Balafirên ser ên Çîn û Rûsyayê ketin qada me ya hewayî
19 nîsan 2022 16:28
PeyamaKurd-Rayedarên Koreya Başûr da zanîn ku balafirên şer ên aîdê Rûsya û Çînê, di meha borî de ketine Qada Parastina Hewayî ya Koreyê. Hat zanîn ku ev balafir bi qasî nîv saetê li asîmanên Koreyê geriyane.
Li gorî nûçeya Yonhapê, rayedaran ragihandiye ku di 24ê Adarê de 2 balafirên şer ên Rûsyayê li ser Girava Ulleungê nîv saet firiyaye. Hat ragihandin ku balafireke leşkerî ya aîdê Çînê jî li aliyê başûr ê Koreya Başûr, li ser Giravoka Leo derbasî qada hewayî ya parastinê bûye.
Hat zanîn ku balafirên sivîl ên ku bêyî neyeteke nebaş bikevin qada aîdê welatekî, nakeve mijara binpêkirina qada hewayî lê belê dema balafirên şer bikevin qada hewayî, ev wekî gef tê fêmkirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Koreya Basûr 4 balafirên ser radestî Iraqê kirin
23 gln 2019
Cîhan
Mesrûr Barzanî: Ez ji ber sewatên Koreya Basûr pir xemgîn im
26 adr 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin