Konsulê Amerîka: Em bi Kurdistan, Iraq û HSDê re hevkariyê dikin!

15 cotmeh 2023 18:36
Konsulê Amerîka: Em bi Kurdistan, Iraq û HSDê re hevkariyê dikin!

PeyamaKurd - Konsulê Amerîka yê Hewlêrê Mark Straw got ku ew bi Herêma Kurdistanê, Iraqê û HSDê re di têkoşîna dijî madeyên hişbir de hevkariyê dikin.

Mark Straw di konferansa Rûbirûbûna Madeyên Hişber li Hewlêrê de ragihand: “Me stratejiya xwe ya li dijî madeyên Hişbirê di Hezîrana sala borî de ragihand.”

Straw da zanîn: “Di vê stratejiyê de, me çar hewldanên girîng dane pêş xwe, ji bo piştgirîkirina yasa û lêpirsînê, cezakirina madî û yasayî. Herwiha alîkariya saziyên herêmî û belavkirina hişmendiyê dikin.”

Konsulê Amerîka li Hewlêrê got: “Em di du aliyan de dixebitin. Em niha alîkariya Lubnanê dikin, ji ber ku ew di şerê li dijî maddeyên hişbir de di rêza pêşîn de ye.”

Herwiha got jî: “Em alîkariya hêzên ewlekarî yên Urdinê dikin, ji bo parastina sînorên xwe li hember madeyên hişber, da ku bandora wan madeyan li ser wî welatî kêm bikin.”

Straw da xuyakirin: “Wezareta Derve ya Amerîkayê nivîsgehek wê heye, ji bo rûbirûbûna madeyên hişber û nehiştina bikaranîna wê, herwiha alîkariya bikarêneran jî dikin, ji bo vegerin ser jiyana xwe ya asayî.”

Straw bibîr xist: “Ev gefek ji derveyî sînoran e. Ev toreke ji 17 welatên cîhanê ye ku ji Asyayê derbasî Amerîka û Ewropayê dibe. Lewra karê me bi hev re pir girîng e.”

Konsulê Amerîkayê li Hewlêrê herwiha ragihand: “Em bi Iraq û HSDê re kar dikin, ji bo rûbirûbûna rêjîma Esed, Hizbullah û hevkarên wan ên din di bazirganiya madeyên hişbir de, bibin.”