Konseya Ewropa wê cezakirina Tirkiyê gotûbêj bike

30 mijdar 2021 19:13
Konseya Ewropa wê cezakirina Tirkiyê gotûbêj bike

PeyamaKurd - Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, îro 30yê Mijdarê ji bo gotûbêjkirina rewşa Tirkiyê û gotûbêjkirina cezayan bi ser Tirkiyê de dicive.

Tirkiyê biryara DMME ji bo berdana Osman Kavala û Selahattîn Demirtaş bi cih nekiriye û  dibe ku li hemberî Tirkiyê dest bi proseya binpêkirinê bê kirin û hin ceza bo Tirkiyê bên dayîn.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dê li Strasbourgê dicive û balyozên 47 welatên endamên Konseya Ewrûopayê beşdar dibin.

Çav li rê ye biryara binpêkirina prosedûrê li hemberî Tirkiyê were wergirtin û heta dawiya hefteyê jî were eşkerekirin ku civîna naborî du rojan dom dike.

Hêjayî gotinê ye, yek ji mijara gotûbêjan jî destpêkirina proseya derxistina Tirkiyê ji Konseya Ewropayê ye.