Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo êrîsa nexwesxaneya li Gazzeyê civîneke awarte li dar dixe!

18 cotmeh 2023 14:45
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo êrîsa nexwesxaneya li Gazzeyê civîneke awarte li dar dixe!

PeyamaKurd – Hat destnîşankirin ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ji bo êrîşa li dijî Nexweşxaneya Baptist a el-Ehlî ya li Gazzeyê biaxive wê civîneke awarte li dar bixe.

Di daxuyanîya ku ji aliyê Berdevkê Neteweyên Yekbûyî ve hat dayîn de hat diyarkirin, wê civîn di seat 17.00an de pêk were.

Herwiha hat ragihandin, pêşnûmeya biryara Brezîlyayê ya ku li Gazzeyê "rawestana însanî" tê xwestin, di rûniştina ku wê bi rengekî vekirî bê kirin de bê dengdan.

Rûsya û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat) ji bo êrîşa li ser Nexweşxaneya El-Ehlî ya Baptist a li Gazzeyê civîneke awarte li KENYê li dar xistin.