Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Hevgirtî bilez dicive

04 tîrmeh 2019 00:20
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Hevgirtî bilez dicive

PeyamaKurd- Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Hevgirtî bilez dicive. Sedema civînê ew e ku li Lîbyayê, nêzî payîtext Trablûsê, li devera Tacûrayê bo ser kampa penaberan êrîşeka hewayî pêkhatibû û di encamê de, di ser 40 kesî de jiyana xwe ji dest dabûn.

Civîna dê îşev siet di 22.00an de be. Berê hatibû ragihandin ku hêzên bi ser general Hafter de, bi balafiran êrîş biribûn ser kampa penaberan û di encamê de 40 kes zêde miribûn.

Temsîlkarê Neteweyên Hevgirtî yê taybet bo Lîbyayê Gassan Selame gotibû “dibe ku kiryar bibe sûcê şer.”