Konferansa aboriyê ya Kurdistan-Îranê çêbû

16 rêbendan 2019 02:07
Konferansa aboriyê ya Kurdistan-Îranê çêbû

PeyamaKurd-Wezîrê karên derve yê Îranê Cewad Zarîf ji do de seredana Kurdistanê kiribû û di serî de bi serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî re hevdîtin kiribû.

Di çarçoveya têkiliyên aborî de li payîtext Hewlêrê îro bi tevlîbûna wezîrê karen derve Cezad Zarîf û her dû rêxistinên bazirganî ya Hewlêr û Îranê konferasnek aborî lidarxistin.Zarîf behsa girîngiya têkiliyên Kurdistan û Îranê kir û weha got:

“Bi Kurdan re dîrokeka me ya hevpar heye.Ke nikare pêşiyê li têkiliyên me bigre.Îran û Herêma Kurdistanê du hevkarin.Bê alîkarî û xebata hevpar em nikarin li herêmê aramî û asayîuşê temin bikin.”

Serokwezîrê Nêçîrvan Barzanî jî ragihand ku Îran cîraneka girîng ya Kurdistanê ye.Îran daîma destê dostanî û yarmetiyê daye Kurdistanê.Barzanî got ku bi xêra alîkariya Îranê êşa Helepçeyê gihaye dinyayê û weha dewam kir:

“Bo çareserkirina pirsgirêkên bazirgan û karsazên Îranê yên li Kurdistanê, em ê hemû derfetên xwe seferber bikin.”