Komkara Erebî: Sedema sereke ya bê îstiqrariyê Tirkiyê ye
PeyamaKurd - Komkara welatên Erebî di civîna xwe ya dawî de, ragihand ku destwerdana Tirkiyê ya li ser welatên wan, sedema sereke ya bê îstiqrariya herêmê ye.
Di civîna doh 4ê Adarê de, endamên komkara erebî teqez kirin ku Tirkiye û destê hinek aliyên din dihêlin ku li Sûriye û Libyayê çareserî qet pêk neyê.
Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî Ebû el-Xêt diyar kir ku divê encamnameya Kongreya Berlînê ya bo Libyayê were cîbicî kirin, agirbest çêbibe û pêvajoya siyasî bi serperiştiya Neteweyên Yekbûyî berdewam bike.
Ebû el-Xêt got ku, komên çekdar ên van welatan ku bi wekalet ji wan re şer dikin, li dijî yekbûna netewî ne.
Hêjayî gotinê ye, nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Lîbyayê Xesan Selame ji ber alozbûna rewşê îstifaya xwe daye ku tê gotin, ji ber destwerdana Tirkiyê êdî xebatên Selame bê feyde bûne û her çiqas hewl dida aliyên Lîbyayê bîne ba hev jî Tirkiyê bi binpêkirinên xwe û şandina çekan her tişt pûç derxistiye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin