Komkara Erebî banga rawestandina operasyonên bi behaneyên cuda li Tirkiyê kir

21 tîrmeh 2022 19:03
Komkara Erebî banga rawestandina operasyonên bi behaneyên cuda li Tirkiyê kir

PeyamaKurd – Komkara Erebî êrîşa Tirkiyê ya ser havîngeha Perexê ya Zaxoyê ku 9 geştiyar di encamê de hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn, şermezar kir û bang li Tirkiyê kir, li gorî bingeha cîrantiyê tevbigere.

Berdevkê Komkara Erebî Cemal Ruşdi li ser navê Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî, Ahmed Ebu’l Xeyt da xuyakirin: “Ev destwerdana Tirkiyê ya serweriya Iraqê ye. Em êrîşê rûreş dikin. Ev binpêkirina yasayên navdewletî û bingehên cîrantiya baş e.”

Ruşdî herwiha destnîşan kir, ew her cûre êrîşên binpêkirina serweriya welatên Erebî şermezar dikin û bang li Enqerê kir ku li gorî bingehên cîrantiyê tevbigere û ji operasyonên bi behaneyên cuda dûr bisekine.

Di encama topbarana Artêşa Tirkiyê ya doh Çarşemê 20ê Tîrmeha 2022an de, cihekî geştyarî li gundê Perex ê Zaxoyê hatibû armancgirtin ku 9 geştiyar hatibûn kuştin û zêdetirî 30 kes jî birîndar bûbûn.