Komîteya asayîkirina têkiliyên Sam-Enqerê tê avakirin

25 gulan 2023 00:06
Komîteya asayîkirina têkiliyên Sam-Enqerê tê avakirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî civîna çaralî ya di navbera wezîrên Rûsya, Îran, Tirkiye û Sûriyê de, biryar e di nav çend rojên bê de komîteya amadekariya nexşerêya normalîzekirina têkiliyên Tirkiye-Sûriyeyê bê avakirin.

Ajansa TAS a Rûsyayê bi zarê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ragihandiye ku biryara avakirina vê komîteyê di civîna li Moskovê de hatiye dayîn.

Çavuşoglu gotiye, “Ji aliyê me ve dê cîgirê wezîrê derve Burak Akçapar, nûnerên Wezareta Berevaniyê û Wezareta Navxwe û îstixbaratê beşdar bibin. Wê komîte çaralî be û di rojên pêş de civîna xwe li dar bixe û dest bi danîna nexşerêyê bike.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, herî dawî 10ê Gulanê li Moskovê di navbera wezîrên derve yên Rûsya, Îran, Sûriye û Tirkiyeyê de ji bo nêzîkirina Şam-Eneqreyê civîneke çaralî hatibû sazkirin.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Mîqdad li ser mijara asayîbûna bi Tirkiyeyê re gotibû ku heta Tirkiye ji xaka Sûriyê hêzên xwe venekişîne têkiliyên wan normal nabin.