Komîsyona Pêsmerge: Di pevçûna navbera TSK ê û PKK ê de 38 gund valabûn

11 hezîran 2021 00:35
Komîsyona Pêsmerge: Di pevçûna navbera TSK ê û PKK ê de 38 gund valabûn

PeyamaKurd – Komîsyona Pêşmerge ragihand ku di pevçûn û şerê navbera Artêşa Tirkiyê û PKK ê de û bi sedema bombebaranên Tirkiyê 38 gundên Herêma Kurdistanê hatine valakirin.

Serokê Komîsyona Kerên Pêşmerge yê Parlementoya Kurdistanê Rêving Hirorî bo Rûdawê ragihandiye ku bi heyetekî ji parlementerên Kurdistan û Iraqê re çûne deverên ku şer lê çêbûne, bi xelkê ser sînor û rêvebirên cîh re hevdîtinan kirine.

Serokê komîsyonê Rêving Hirorî ragihandiye ku bi sedema şerê navbera TSK ê û PKK ê xelkê deverê zêde zerarê diye, gundan vala kirine, araziyên zîraî û daristan şewitîne û weha got:

“ Me li xelkê guhdarî kir. Mirov dixwazin gilî û gazinên wan bên ragihandin. Hetta li hinek gundan bûyerên xespê çêbûne. Piştî ler û pevçûnan zerarê xelkê çêbûye, xelk dawa tazmînata xwe dikin. Li ser sînorê Derkarê 17 gund, li Batîfa 14 gund, li Kanî Masî 7 gund hatine valakirin. Xelkê deverê ditirse û rewşa wan xerabe.”

Rêving Hirorî ragihand ku artêşa Tirkiyê di Herêma Kurdistanê de bipêş de diçe, lê baregehên xwe ava kiriye. PKK bi şerê partîzanî şer dike lê zerara herî mezin xelk dibîne.