Komîsyona Iraqê ji bo hilbijartina parlementoya Kurdistanê kardên dengdanê tesdîq kir
30 tîrmeh 2024 01:33
PeyamaKurd – Komîsyona hilbijartinê ya serbixwe ya Iraqê ragihand ku kardên dengdanê yên hilbijartina parlementoya Herêma Kudistanê tesdîq kiriye.
Hilbijartina parlementoya Kurdistanê di 20ê Cotmeha 2024an de ye. Komîsyon got ku ji bo bajarên Erbîl, Duhok, Helebçe û Silêmaniye ji bo dengdana giştî 4 û ji bo dengdana taybet 1 mînakê tesdîq kiriye.
Di dengdana giştî de wê ji bo hilbijartina giştî ji bo sed parlementeran dengdan bibe û ji bo yên taybet ku kontenjan dabûn Xîrîstiyan, Turkmen, Ermenî, Keldanî û pêkateyên din 5 kontenjan dabûn wan, wê kardên taybet bikarbînin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin