Komisyona Derve ya Parlamena Tirkiyê rêkeftina leskerî ya ligel Libyayê qebûl kir
PeyamaKurd - Komisyona Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Tirkiyê, rêkeftina ligel Libyayê ku li welatên Derya Spî û Qibrisê bûye sedema nerazîbûnên zêde qebûl kir.
Hat ragihandin ku îro ew rêkeftina Hevkariya Ewlekarî û Leşkerî ya ku Tirkiyê bi hikûmeta demkî ya Libyayê re pêk aniye ji aliyê Komisyona Derve ya Parlamentoya Tirkiyê ve hatiye qebûlkirin û wê rêkeftin ji bo gotûbêjkirin û pesendkirinê biçe ber Civata Giştî ya Parlamenê.
Li gorî wê rêkeftina ku hêzên Hafter ên Libyayê bi tundî dijî derdikevin, Tirkiye bi Libyayê re sînorên deryayî li Derya Spî nexş dike û rêgiriyê li xebatên welatên din ên lêgerîna gaz û petrolê di nav deryayê de dike ku di serî de Yunanistan, Qibris û welatên Ewropî vê rêkeftinê red dikin.
Serokomarê Tirkiyê Erdogan piştî îmzekirina rêkeftinê ragihandibû ku heger bê xwestin ew dikarin hêzê jî bişînin Libyayê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin