Komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk ser kirin û gelek çekdar di encama ser de hatin kustin

05 gulan 2022 13:41
Komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk ser kirin û gelek çekdar di encama ser de hatin kustin

PeyamaKurd – Komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk, li gundewarên Serêkaniyê şer kirin û gelek çekdar di encama şer de hatin kuştin û birîndar bûn.

Hat ragihandin, li gundewarên rojava yên Serêkaniyê di navbera çekdarên bi navê “Beyreq El-Şiêtat” û Polîsên Leşkerî yên girêdayî dewleta Tirk de şerekî dijwar derket.

Hat zanîn ku şer li gundê Rawiye yê bajarokê Mebroke yê rojavayê Serêkaniyê derket û ji ber gund nêzî sînor e, şer ji ber nakokiya li ser qaçaqçîtiyê çêbûye.

Li gor hat ragihandin, di encama şer de kuştî û birîndarên çekdaran çêbûn û birîndar rakirin nexweşxaneyên Tirkiyê.

Herwiha yek ji fermandarên çeteyên Melek Şah ê bi navê Ebû El-Miqdad, di encama teqîna bombeya destan de li navenda Serêkaniyê bi giranî birîndar bû.