Koma Govendê ya Diyarbekirê bû yekemîn

28 tebax 2022 17:37
Koma Govendê ya Diyarbekirê bû yekemîn

PeyamaKurd – Koma Govendê ya Kluba Ciwanî û Werzişê ya Lîseya Ziya Gokalp a Diyarbekirê, di pêşbirka ‘Lîstikên Gelêrî yên Mezinan a Tirkiyê’ de pileya yekemîniyê bi dest xist.

Di pêşbirka govendê ya li bajarê Kutahya yê Tirkiyê hat sazkirin de, Koma Govendê ya Diyarbekirê pileiya yekemîniyê bi dest anî û bû şampiyon.

Hat diyarkirin ku Koma Govendî ya Kluba Ciwanî û Werzişê ya Lîseya Ziya Gokalp a Diyarbekirê, di nav 19 komên folklorê de bûye yekemîn û Kûpaya Serfiraziyê bi dest xistiye.

Mamosteyê Govendê Mazlum Suna, piştî serkeftinê ji medya herêmî ya Diyarbekirê re gotiye, “Em gelekî bi wê serkeftinê bextewar bûn, her tişt ji bo Diyarbekirê ye.”