Kolberekî Kurd ji aliyê pasewanên Îranê ve hat kustin

19 nîsan 2022 12:28
Kolberekî Kurd ji aliyê pasewanên Îranê ve hat kustin

PeyamaKurd – Pasewanên Îranê li ser sînorê di navbera Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de, kolberekî Kurd kuştin.

Li gor Rêxistina Hengaw a Mafên Mirovan belav kiriye, Hêzên Pasewanên Sînorî yên Îranê, do êvara Duşemê 18ê Nîsana 2022an, gule bera kolberekî Kurd ê xelkê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê kirin û di encamê de kolberê Kurd can da.

Hengaw diyar dike: “Ew kolberê Kurd, xelkê gundê Binew Xelef ê Serdeştê ye û li sînorê Bêtûşê ku dikeve ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, teqe lê hatiye kirin.”

Hat ragihandin, navê wî kolberî Silêman Ibrahîmzade ye û temenê wî 37 salî, zewicî û bavê zarokekî sava bû.