Koalîsyona navdewletî: Her kî hêzên me bixe talûkê, mafê me yê xwe parastinê heye
PeyamaKurd – Koalîsyona navdewletî ya li dijî IŞIDê ya di bin serokatiya Amerîka de, li ser êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê û SIHA ya Tirkiyê ku xistibûn, daxwuyanî da û got:
“Dema em bi tehdîdên ku hêzên me dixin talûkê re, rû bi rû dimînin, em her wexta mafê xwe yê rewa yê berevaniyê xef dihêlin.”
Koalîsyon di ser hesabê xwe yê medya civakî de mijarê weha ragihand:
“Ji do de, gelek êrîşên hewayî yên ku nehatine koordînekirin, li Sûriyê, li ciyê ku hêzên Amerîkayê lêne, nêzî wan ciyan hatine kirin. Em li hemberê wan hêzane yên ku ewlehiya herêmê xerab bikin, îstîqrarê xerab bikin, ewlehiya hêzên me, sîvîlan û hevkarên me bixin talûkê, di mijara têkbirina IŞIDê de kî bala me belav bike, em li hemberê wan tevgerane.”
Di mijarê de hişyarî jî da wan hêzên ku bala hêzên koalîsyonê li dijî IŞIDê belav bikin û weha dewam dike:
“Dema em bi tehdîdên ku hêzên me bixin talûkê re rû bir û bimînin, em mafên xwe yên berevaniyê xef digrin.”
SIHAyên Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê gelek noqteyan bombe kir. Do balafirên F-16an ên koalîsyonê SIHAyekî Tirkiyê bi sedema nêzê seha hêzên Amerîkayê bûn, xistibûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin