Kiliçdaroglu: 'Rêya Demokrasiya Tirkiyê di Diyarbekirê re derbas dibe!'
PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kilicdaroglu li navenda Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) serdana Serokê Giştî yê DEVAyê Ali Babacan kir û piştre her du serok derketin pêşberî rojnamevnan.
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kilicdaroglu di civîna rojnamevanî de ragihand ku ew 27ê vê mehê serdana Diyarbekirê dike û got, “Rêya demokrasiya Tirkiyê di Diyarbekirê re derbas dibe.”
Kiliçdaroglu wiha axivî: “Ez ê 27ê vê mehê biçim Diyarbekirê, ez silavê xwe ji vê derê ji bo Diyarbekiriyan rê dikim. Bi tekezî baweriya min bi vê yekê heye ku rêya demokrasiya Tirkiyeyê di Diyarbekirê re derbas dibe û li vî welatî ger tu kes ji ber nasnameya xwe û baweriya xwe rastî cudahiyê neyê, rêya vê yekê jî di Diyarbekirê re derbas dibe. Ez ê vê ji xelkê Diyarbekirê re bibêjim. Herwiha ez ê pirsên wan jî ji dil bibersivînim.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin