Kiliçdaroglu li Diyarbekirê bersiv da sedema acizbûna xwe ya ji bikaranîna peyva ‘Kurdistan’

11 adar 2022 23:53
Kiliçdaroglu li Diyarbekirê bersiv da sedema acizbûna xwe ya ji bikaranîna peyva ‘Kurdistan’

PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, di roja duyem a serdana xwe ya Diyarbekirê de, beşdarî bernameya ‘Gotûbêjên Tîgrîs’ a DÎTAMê bû.

Kiliçdaroglu li di civînê de, li ser pirsa ku demek berê aciziya xwe bo bikaranîna peyva ‘Kurdistan’ anîbû ziman got: “Min got, heger ew peyv bi mebesta dabeşkirina herêmekê bê bikaranîn em qebûl nakin.”

Herwiha Kiliçdaroglu di berdewamê de jî diyar kir, “Lê di destûra Iraqê de, Rêveberiya Herêma Kurdistanê heye. Nabe em îtirazê li vê bikin. Destûr destûra dewleta Iraqê ye. Me heyed jî şand, çima em li dijî derkevin?”

Kiliçdaroglu wiha pê de çû: “Şanda me li wir ligel wan hevdîtin pêk anîn û ew jî kêfxweş bûn. Ti pirsgirêkek nîne, ji bilî vê jî xizmaniya me heye. Ne tenê ligel Kurdên navçeyê, ligel Ereb, Êzidî û pêkhateyên din jî pêwendî, xizmanî û dostayetiya me heye.. Ez ji vir bi kêfxweşî dibêjim ku ti nîgeraniyek me nîne. Yek ji wan xalên sereke ku 6 serok li ser wê li hevkirine peydakirina aşitiya herêmê ye. Yanî em ligel Sûriye, Iraq, Îran û ligel hemûyan aştiyê pêk bînin.”