Kılıçdaroglu: Girtina Selahattin Demirtaş ne rast e
Kemal Kılıçdaroglu di bernameyeke televîzyonê de diyar kir ku girtina Hevserokê berê yê HDPyê Selahattin Demirtaş xelet bû û got: "Birêz Selahattin nereviya; girtina wî ne rast e."
RûpelNews - Kılıçdaroglu di weşana zindî ya TV100ê de axivî û got ku divê rakirina parêzbendiya parlamenteriyê û mijara girtinê ji hev cuda bên nirxandin.
Kılıçdaroglu nêrîna xwe anî ziman ku rakirina parêzbendiyê gaveke rast bû û got: "Rakirina parêzbendiyê rast e, lê girtina wî xelet e. Birêz Selahattin nereviya; girtina wî ne rast e."
Kılıçdaroglu herwiha derbarê dozên têkildarî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de jî axivî û diyar kir ku ew wê dozê wekî dozeke siyasî nabîne. Lê belê, berevajî vê yekê, wî pêvajoyên hiqûqî yên li dijî Selahattin Demirtaş, Osman Kavala û Can Atalay wekî dozên siyasî bi nav kirin.
Kılıçdaroglu got: "Dozên Can Atalay, Osman Kavala û Selahattin Demirtaş dozên siyasî ne. Ew ji ber ramanên xwe girtî ne."
Kılıçdaroglu bêbaweriya xwe ya li hemberî saziya dadê di mijara dozên siyasî de anî ziman û got: "Di dozên tawanê de delîl hene, lê di dozên siyasî de raman tên darizandin."
