Kiliçdaroglu bersiv da pirsên tifaqa ligel HDPê û rewsa Demirtas…
PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Komariya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di hevpeyvîne ligel Dengê Amerîka de, bersiva pirsên derbarê tifaqa ligel HDPê û hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ku niha zindanî kiriye dan.
Kiliçdaroglu got, di navbera wan û HDPê de ti tifaqeke veşarî nîne û wiha axivî:
“Hevserokê HDPê Birêz Mithat Sancar jî dibêje, di navbera me de tifaqeke veşarî nîne. Rast e. Lê belê girseya HDPê jî demokrasiyê dixwaze. Ew jî dibînin ku rêbaza fişarê ya deshilatdariyê zirarê dide Tirkiyê. Ji bo şaredarên me ne ji sedî sed be jî em dizanin piştgiriyeke cidî çêbûye. Lê belê xwezil… Partiyên siyasî çi dixwazin, helbet ji hemwelatiyan deng dixwazin. Ez ji alîgirên AKPê jî dengan dixwazin.”
Kiliçdaroglu li ser pirsa derbarê girtina Demirtaş de jî got, “Meqamê wî her çi dibe bila be, çi hemwelatiyekî sade çi jî serokê partiyekê be, ez qet rast nabînin ku ji bo nêrînên siyasî bên girtin. Hele di sedsala 21ê de. Serokekî partiyeke siyasî çek hilnegirtiye kes nekuştiye, li kuçeyan li kesî nexistiye, bombe neavêtiye cihekî. Ji ber nêrînên anîne ziman, nabe kesekî bigirin û bi neheqî û bêhiqûqî tevî biryarên tehliyekirinê yên dadgehan jî di hundir de bihêlin û dozên çêkirî li ser bisepînin. Ev nîşanaye wê ye ku li Tirkiyê edalet, daraz û demokrasî nîne. Nîşan dide ku daraz di bin wesayet û fişarê de ye. Rastî ev e.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin