Kestiya petrolê ya Îranê li peravên Sûriyê rastî êrîsê hat
25 nîsan 2021 14:39
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku keştiyeke tankêra petrolê ya Îranê li peravên Sûriyê rastî êrîşekê hatiye û agir pê ketiye.
Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) 3 kes di wê êrîşê de hatine kuştin, lê derbarê çawaniya êrîşê de zanyarî nedan.
Li aliyê din medya Lubnanê jî ragihandiye ku bi dronan êrîş li keştiya Îranê hatiye kirin.
SOHRê diyar kiriye ku cara ewil e di şerê navxwe yê Sûriyê de bûyereke wiha diqewime û daye xuyakirin, hîn nayê zanîn bê ev êrîşeke Îsraîlê ye yan na.
Li gorî zanyariyan tankêra petrolê nêzîkî bendergeha Baniyas a Sûriyê bûye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Nasrallah: Kestiya petrolê ji Îranê gihîst Banyasa Sûriyê
14 îln 2021
Jiyan
Kestiya Îranê li peravên Kuwêtê binav bû: 6 kes mirin
03 îln 2024
Teknoloji
Ji Îranê pêngava Behra Spî: Li peravên Sûriyê baregeha leskerî ava dike
18 tbx 2024
Kurdistan
WSJ: Îranê bihayê petrolê zêde kir û êdî bi deyn nade Sûriyê
16 rbn 2023
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin