Kestiya ku 500 koçber tê de hebûn winda bû
27 gulan 2023 00:03
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li peravên Behra Spî yên Îtalyayê keştiye koçberan ku 500 kes tê de hebûn winda bûye û zêdetirî 24 demjimêrane ti agahî jê nîne.
Li gorî zanyariyan keştiya koçberan ku motora wê xira bûye, banga Alarm Phone kiriye û ji duh 25ê Gulanê ve tîmên hawarçûna lezgîn ên Îtalyayê lê digerin.
Hatiye diyarkirin ku keştîyê hîn ji bendera Bînxazî ya Libyayê banga alîkariyê kiriye û piştre jî di deryayê de winda bûye ku hîn tevî 500 koçberan winda ye û nehatiye dîtin.
Ewlekariya Perevan a Îtalyayê ragihandiye ku duh jî di du operasyonên cuda de, 423 û 671 koçber hatine rizgarkirin, lê ti pêwendiya wan bi wê keştiya winda bûyî re nîne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Koçberên di kestiya binavbûyî de hatin rizgarkirin: 20 ji wan Kurd in!
02 adr 2025
Cîhan
Li Deryaya Spî kestiya koçberên Rojava û Sûriyeyê tê de bûn wenda bû
27 rbn 2025
Jiyan
Li Îtalyayê kestiya koçberan noq bû: 20 kes winda ne
01 rbn 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin