Kesê êrîsî HDPya Stenbolê kiribû bi îtiraza dozger ji nû ve hat girtin

10 rêbendan 2022 23:08
Kesê êrîsî HDPya Stenbolê kiribû bi îtiraza dozger ji nû ve hat girtin

PeyamaKurd – Kesê bi navê Muhammed Eren Sutçu ku 28ê Kanûna 2021ê bi kêr û çekê êrîşî avahiya Rêxistina HDPê ya navçeya Bahçelîevler a Stenbolê kiribû, li ser îtîraza dozger hat girtin. 

Mûhammed Eren Sutçu piştî êrîşê hatibû binçavkirin û dozgeriya Stenbolê bi hinceta “Gef xwarin û birîndar kirinê” daxwaza girtina wî ji dadgehê kiribû, lê Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Stenbolê bi şertê cezayê hepsa malê malê ew berdabû. 

Hat ragihandin ku piştî berdana Sutçu dozger îtîraz li biryara dadgehê kiriye û Sutçu li ser îtîraza dozger ji nû ve hatiye girtin ku nehatiye zanîn bê kengî hatiye girtin û birine kîjan girtîgehê.