Kerkûk | Ji ber dozên gendeliyê nehistin Rakan Cibûrî derbasî Tirkiyê bibe
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber gendelî û hebûna dozên dijî parêzgerê nerewa yê Kerkûkê Rakan Cibûrî çûyîna wî ya derveyî welat hat astengkirin.
Li gorî zanyariyan parêzgerê nerewa yê Kerkûkê Rakan Cibûrî, doh 22yê Hezîranê hewl daye bi rêya balefirgeha Bexdayê ji bo beşdarî kongreya aborî bibe serdana Tirkiyê bike, lê belê ji ber doza herî dawî ya li dijî wî li ser gendeliyê hatiye vekirin, rê nehat dayîn derve derveyî welat.
Hat zanîn ku dadgehê 20 fermanber wek kefil ji Rakan Ciburî re wergirtiye, ji bo ku neyê girtin û rêkarên yasayî yên dadgehê temam nebe û serdana derveyî welat jî neke.
Hêjayî bibîrxistinê ye, beriya niha jî eşkre bûbû ku 60 dozên gendeliyê li dijî parêzgerê nerewa yê Kerkûkê hatine vekirin ku hê jî proseya dadgehê bidawî nebûye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin