Kerkûk | Hejmarek mosekên ji cureya “Grad” hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Li Deşta Sale ya di navbera gundên Hesar û Dareman ên Kerkûkê de, hejmarek moşekên ji cureya “Grad” ku ji bo êrîşkirina li ser sengerên Pêşmerge hatibûn amadekirin, hatin desteserkirin.
Li gor çavkaniyên xwecîhî, hejmarek moşekên Grad, di navbera gundê Dareman û Esar ên 10-15 kîlometreyan dûrî Kerkûkê ne hatin desteserkirin.
Çavkaniyan dan zanîn, ew moşek bi arasteya sengerên Pêşmerge li sînorê Pirdê hatibûn danîn, lê berî werin avêtin, dest danîn ser wan.”
Şaneya Ragihandina Ewlekariyê yê Iraqê, di derbarê wê de bi daxuyaniyekê eşkere kir: “Li gor zanyariyên hewalgiriyê, rûbirûbûna terorê û binkeya Polîsa Pirdê, 5 moşekên dûravêj ên ji cureya Grad hatin desteserkirin. Ew moşek, li gundê Esar yê Pirdê li parêzgeha Kerkûkê hatibûn danîn û amadekirin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin