Kerkûk | DAISê êrîsî xaleke kontrole ya hêzên artêsa Iraqê kir
29 cotmeh 2021 13:01
PeyamaKurd – Terorîstên DAIŞê, do bi şev roja Pêncşemê 28.10.2021ê êrîşî xaleke kontrole ya hêzên artêşa Iraqê kirin.
Medyaya Iraqê diyar kiriye, çekdarên DAIŞê li navçeya Daqûqê li başûrê Kerkûkê êrîşî ser xaleke kontrolê ya artêşa Iraqê kirine û ew êrîşa çekdarên DAIŞê ji aliyê artêşa Iraqê ve hatiye têkşikandin.
Herwiha di encama wê êrîşê de, serbazekî artêşa Iraq hatiye kuştin.
Hêjayî bibîrxistinê de ye, di nava hefteyekê de ye, çekdarên rêxistina terorîstên DAIŞê êrîşên xwe li Kerkûk, Diyale û Selahedînê zêde kirine û di encama wan êrîşan de, bi dehan hemwelatiyên sivîl û hêzên Iraqê û milîsên Heşdî Şabî hatine kuştin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Kerkûk | DAISê êrîsî xaleke Pêsmerge kir: Sehîd û birîndar hene
01 gln 2021
Jiyan
Terorîstên DAISê êrîsî xaleke hêzên Iraqê kirin
13 îln 2021
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin