Kerîm: Amerîka nahêle Iraq ji Rûsyayê sîstema berevaniyê S-400an bikire
22 cotmeh 2020 15:59
PeyamaKurd – Amerîka nahêle Hikûmeta Iraqê ji Rûsyayê sîstema berevaniyê ya mûşekî S-400an bikire.
Li gor Endamê Parlementoya Iraqê yê Fraksiyona Hevpeymaniya Feth Mihemed Kerîm bi daxuyaniyê da zanîn: “Pêşbînî dihate kirin ku Iraq li gel Rûsyayê peymana kirîna sîstema berevaniyê ya mûşekî S-3000 û S-400 bike, lê aliyê Amerîkayê li dijî vê mijarê sekinî û bi awayekî eşkere ji Iraqê re ragihand ku nahêle wê sîstema Rûsyayê bikire.”
Herwiha Feth Mihemed Kerîm destnîşan kir: “Amerîkayê tu sîstemek li şûna wê nîşan neda, lê li ber kirîna sîstema Rûsî, bûye asteng û nahêle Iraq şiyana xwe ji aliyê berevaniya esmanî ve pêş bixe.”
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Amerîka Sûriyê, ji dorpêçên ser Îran û Rûsyayê 6 meh der hist
10 mjd 2025
Jiyan
Amerîka (DYA) wê givasên çandiniyê yên ser Rûsyayê rake
25 adr 2025

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin