Kemanjenê naskirî Mihemed Xelîl Xazî di 91 saliya xwe de wefat kir
PeyamaKurd - Hunermend Mihemed Xelîl Xazî yan jî bi gotina xelkê Kobaniyê Mihemedê Dûman, di 91 saliya xwe de li xerîbiyê, li paytexta Tirkiyê Enqerê wefat kir.
Mihemed Xelîl Xazî di sala 1929ê li Sêwrega Rihaya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûbû, lê malbata wî bi eslê xwe ji pirdêya Başûra Kurdistanê ye. Di 14 saliya xwe de li kemanjenekî Ermenî rast tê û hemû jiyana Mihemed Xelîl Xazî diguhere. Ji wê rojê pê ve li kêleka kasibkariya xwe, ew êdî dibe evîndarê hunerê û kemançeyê.
Kemançeya Mihemed Xelîl Xazî weke xeyal û hêviyên wî bi hizaran Kurdan, di dema erîşa DAIŞê de li Kobaniyê ji aliyê çekdarekî wê rêxitsinê ve hatibû dizîn.
Mihemed Xelîl Xazî çavkaniyekî mezin yê herêma Kobaniyê bû. Ji bilî stranên gelerî weke, cembelî û binevşa narîn, wî bi xwe jî çend stran çekirine.
Hunermend Mihemed Xelîl Xazî di hevpeyvînekê de, kesera xerîbiyê wiha anîbû ziman, “Ax ax bila ez li cem we bimirim çi dibe bila bibe, lê xwezî ez ne li vê derê , ez li Kurdistanê bam.”
Dewra wî daîm be û cihê wî bihuşt be.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin