Kemal Bûrkay: PKK ne xwedî îradeyekê ye, di bin bandora welatên herêmê de ye!
PeyamaKurd – Siyasetmedarê Kurd Kemal Bûrkay li ser êrîşên vê dawiyê yên PKKê bi ser hêzên Pêşmerge de û hebûna PKKê li nav axa Herêma Kurdistanê got, di wê baweriyê de me ku destê Îranê tê de heye û destnîşan kir, PKK ne xwedî îradeyekê ye û di bin bandora dewletên herêmê de ye.
Siyasetmedarê Kurd Kemal Bûrkay ji K24ê re diyar kiriye, “Ti hinceteke ku van êrîşan mafdar derxe tune ye. Ev herêma (Kurdistan) bi têkoşîna deh salan a Kurdên Başûr a zehmetî hatiye azadkirin. Bêyî destûra wan mafê PKKê nîne li wir bimîne. Ji ber pirsgirêkên ku PKK ji wan re derdixe ev demek dirêj e naxwazin li wir bîne.”
Bûrkay li ser êrîşên PKKê yên vê dawî bi ser hêzên Pêşmerge de ku 6 Pêşmergeyên Kurdistanê hatin şehîdkirin got, ew di wê baweriyê de ye ku destê Îranê tê de hebe û diyar kir, “Îradeyeke azad a PKKê ya rêbertiya çalakiyên wê bike nîne.”
Kemal Bûrkay di beşeke din a duxayaniyên xwe de girtina, serokê PKKê bibîr dixe û dibêje, “PKKê piştî girtina Ocalan û şandina wî ya Îmraliyê, hemû daxwazên xwe yên bi awayê lêvkî ji bo Kurdan dixwest terk kirin. Niha ew û rêxistinên legal ên alîgirên wan ne otonomî, ne federasyon ti tiştekî naxwazin. PKK û rêxistinên alîgirên wê hatine xeta sîstema heyî ya Tirkiyê. Madem wisa çima çeka destê xwe bernadin? Çima gencên kurdan dajon ber mirinê? Li Başûrê Kurdistanê ku bi awayekî federal xwe birêve dibe, çi karê wan heye? Ji bo çi û çima çekan li hember rêveberiya Kurd a Başûr bikar tînin? Ev karê dikin bi kêra kê tê?”
Herwiha Bûrkay da xuyakirin ku hebûna PKKê aramiya Başûrê Kurdistanê têk dide û bandorê li Bakurê Kurdistanê jî dike ku rê li ber bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurd digire.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin