Kekrûk | Hêzên ewlehiyê jineke berpirsa DAISê girt
14 rêbendan 2023 19:29
PeyamaKurd – Hêzên ewlehiyê jineke berpirsa rêxistina terorîst a DAIŞê, li sînorê parêzgeha Kerkûkê girt.
Li gor zanyariyan, îro 14.01.2023yê rêveberiya îstixbarata leşkerî ya ser bi Wezareta Berevaniya Iraqê diyar kir, li ser zanyariyên bi hûrgilî, odeya îstixbarat û asayîşa firqeya 14 û bi hemahengiya hêzên lîwaya 6 û 9 a artêşê ve, kemînek li nahyeya Zab a ser bi qeza Hewîce hatiye danîn û jinek hatiye girtin ku berpirsa duyem a Dîwana DAIŞê (El Hesebeyî) ya qeza Hewîce bûye.
Tevî hewldanan jî, di derbarê bûyerê de zanyariyên zêdetir nehatin bi dest xistin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Sandeya Kurdistanê ji bo mûçeyên hêzên ewlehiyê serdana Bexdayê dike
01 trm 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin