Keith Darden: Li Amerîkayê, ji bo doza Kurd hevgirtin heye
PeyamaKurd- Zanyarê siyasetê Prof. Dr. Keith Darden diyar kir ku li Amerîkayê bi giştî ji bo gelê Kurd û doza Kurd, hevgirtineke baş heye û got, "Amerîkayî hemfikir in ku mafê Kurdan heye ku çarenûsa xwe diyar bikin."
Keith Darden tekez kir ku bi giştî hevgirtineke baş ji bo gelê Kurd û doza Kurd li Amerîkayê heye û amaje bi wê yekê jî kir ku wî ligel Kurdan û Hêzên Pêşmerge kar kiriye û hejmareke mezin ji leşkerên Amerîkî yên dilsozên Kurdan nas kiriye.
Zanyarê siyasî yê Amerîkî got ku welatê wî dem bi dem alîkariya Kurdan nake û ev jî dibe sedema dilgiraniya wî û got,
"Di nav Amerîkiyan de lihevkirineke giştî heye ku divê Kurd çarenûsa xwe bi destê xwe diyar bikin."
Nûnera Amerîkayê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bayan Samî Abdurahman jî diyar kir ku Amerîka roleke girîng di rawestandina kuştina bi deh hezaran Kurdan di dema rejîma Beis de lîst.
Her wiha Abdurrahman diyar kir ku piştî proseya azadkirina Iraqê, Amerîkayê ji bo dabînkirina mafên gelê Kurd di destûra Iraqa federal de kar kir.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin