Keça Kurd bû Bedewa Gelê Asyayê

05 mijdar 2019 06:36
Keça Kurd bû Bedewa Gelê Asyayê

Modela Kurd Şiniyar Ehmed, beşdarî pêşbirka Bedewa Mîss Asya bû û wek  “ Bedew û Spehîya Xelkê “ hat hilbijartin.

Modela Kurd Şiniyar Ehmed, ku bi xwe ji Silêmanîyê ye, li ser navê Iraqê beşdarî pêşbirka ku di 03.11.2019an de li Vîetnamê çêbû, bû.

Di pêşbirkê de Bedewa Fîlîpînî Kaysha Chwa bû yekemîn. Modela Kurd Şiniyar Ehmed jî bi dengdana gel wek “ Bedew û Spehîya Gelê Asyayê “ hat hilbijartin.