KCK: Pêwîst e agirbest bi vekisandina hêzên dagirker encam bibe

19 cotmeh 2019 16:48
KCK: Pêwîst e agirbest bi vekisandina hêzên dagirker encam bibe

PeyamaKurd - Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCKê derbarê rêkevtina Amerîka û Tirkiyê ya bo agirbesta li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî belav kir. KCK di daxuyaniya xwe de dibêje, “pêwîst e ev agirbest ne bi rewakirina dagirkeriyê lê bi vekişandina hêzên dagirker encam bibe.

'JI DESTPÊKÊ VE TIRKIYÊ DIXWEST GEŞBÛNA DEMOKRASIYA XWECIHÎ Û STATUYA KURDAN HILWEŞÎNE'

Koma Civakên Kurdistanê (KCK) di daxuyaniya xwe de dibêje, “Kurd, Ereb, Sûryan, hemû gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê di encama têkoşîna dijî çeteyên der mirovî yên mîna El Nûsra û DAIŞê, sîstemeke demokratîk û azad ku ji hemû gelên Rojhilata Navîn re bibe mînak ava kirin."

KCKê di berdewamiya daxuyaniyê de dibêje, "Tirkiyê ji destpêkê ve dijminatiya vê sîstemê kiriye û pêşiyê bi destê El Nûsra û DAIŞê û dema ku nekariye ew bi xwe ketiye dewrê û dixwaze wê sîstema ku “geşbûna demokrasiya xwecihî, xwedîstatûbûna Kurdan û demokratîkbûna Sûriyê” li ser bingeha wê bi pêş ketiye hilweşîne.

Di daxuyaniya xwe de KCKê ragihandiye ku li hemberî êrişên Tirkiyê berxwedeke mezin hatiye nîşandan, hemû aliyên siyasî yên Kurdî, welatên Erebî, welatên Ewropî û civaka navdewletî li hember wê êrişê xwedî helwest bûne û li dij derketine. Herwiha hatiye gotin li Amerîkayê jî jibilî rêveberiya Trump civak û dezgehên wî welatî yên karîger li dijî wê êrişê rabûne.

‘NEÇAR MAN KU AGIRBESTÊ RAGIHÎNIN’

Herwiha hatiye gotin ku ‘ew berxwedan û helwesta civak û hêzên navdewletî rêveberiya Trump xistiye rewşeke wisa ku neçar maye bi agirbestê şer rawestîne.

Derbarê rêkevtina Amerîka û Tirkiyê ji bo rawestina şer û êrişan li Rojava jî KCKê diyar kiriye ku ji bo neheqiya wan êrişan bê nîşandan HSDê ew agirbest qebûl kiriye û hatiye gotin ku “pêwîst e ev agirbest ne bi rewakirina dagirkeriyê lê bi vekişandina hêzên dagirker encam bibe. Ji ber ku berxwedêr û gelên cîhanê yên ku destekê didine vê berxwedanê û raya giştî ya demokratîk dixwazin ku ev êrîşên dagirker rawestin û dagirker bi temamî vekişin. Ji ber vê jî berxwedêr û raya giştî ya demokratîk ji bilî vekişandina dagirkeran ne pêkan e ku vebijêrkeke din qebûl bikin.”