Kazimî hisyarî da hêzên Iraqê: Rûbirûbûna wan erka we ye…
20 hezîran 2022 01:35
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, îro 19ê Hezîranê di civîna Desteya Ewlekariya Iraqê de, bal kişand ser rewya ewlehiyê û hişyarî da hêzên ewlekariya Iraqê.
Kazimî ji desteya ewlekariyê re got: "Erka hêzên ewlekariyê ye ku rûbirûyî kesên hewla aloziyan bidin û êrîşî saziyên dewletê û milkê taybet bikin, bibin.”
Herwiha Kazimî pesnê hêzên Iraqê da ku têkoşînê li hember bermahiyên terorê didin û diyar kir, hêzên ewlekariyê amade ne rûbirûyî pirsgirêkên ewlehiyê yên welat bibin.
Kazimî ji bo destwerdanên xwepêşanderan jî da xuyakirin ku pêwîste hêzên ewlekariyê li gorî standardên navnetewî û bi hesasiyeta mirovî tevbigerin û mafê hemwelatiyan biparêzin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Serok Barzanî hisyarî dide: Çanda Enfalê li Iraqê hîn jî asteng e
28 cot 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin