Kazimî civîna ewlekariyê li dar xist: Xwepêsandan ne li dijî yasayan e, lê...
21 cotmeh 2021 18:58
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, derbarê xwepêşandanên nerazîbûnê yên piştî hilbijartinên parlamentoya Iraqê de ligel berpirsên ewlehiyê civînek saz kir.
Kazimî di civînê de got, “Xwepêşandanên aştiyane mafê hemwelatiyan e. Erka hêzên ewlekariyê jî parastina wan e.”
Serokwezîrê Iraqê da xuyakirin ku lidarxistina xwepêşandana ne li dijî yasayan e, lê divê xwepêşander rêyan negirin, jiyana xelkê asteng nekin û êrîşî sazî û dezgehên dewletê nekin.
Hêjayî gotinê ye, alîgirên partiyên şîe yên ji encamên hilbijartinan nerazî ne li Herêma Kesk a Bexdayê hê jî di mangirtinê de ne û dixwazin deng ji nû ve bi destan bên jimartin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Kazimî civîneke awarte ya ewlekariyê li dar xist: Demildest vekisin!
29 tbx 2022
Kurdistan
Li Hewlêrê civîna amadekariyên Sersal hate lidarxistin
16 brf 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin