Kazimî bi serkirdeyên siyasî yên Iraqê re civiya

22 tîrmeh 2022 14:39
Kazimî bi serkirdeyên siyasî yên Iraqê re civiya

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi serkirdeyên siyasî yên Iraqê re civiya û di civînê de biryar dan ku helwesta siyasî û meydanî di astên cuda de ji bo berevanîkirina serweriya axa Iraqê were nîşandan.

Li gor zanyariyan, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, her yek ji Serokomar Berhem Salih, Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî, Serokê Partiya De'we Nûrî Malikî, Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên, Serokê Rêxistina Bedir Hadî Amirî, Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Falih Feyaz, Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê Fayeq Zêdan û hejmarek serkirdeyên din ên Iraqê, ji bo civînê vexwendibû.

Hat zanîn ku di civîna serkirdeyên Iraqê de biryar hat dayîn, Iraq li Encûmena Asayîşê ya Navdewletî derbarê Tirkiyê de dozê veke.