Kazimî: Banga gera sêyem a dîyaloga nistimanî dikim!
23 îlon 2022 22:31
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, di hevpeyvîneke ligel televizyona fermî ya Iraqê de, ji bo derbaskirina xitimandina siyasî banga gera sêyem a dîyaloga niştimanî kir.
Kazimî ku niha ji bo 77emîn Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê ye, ji kanala Iraqê re ragihand: "Ji bo çareserkirina kêşeyên xwe, banga gera sêyem a dîyaloga niştimanî dikim. Ji bilî diyalogê ti bijardeyeke me ya din tune ye.”
Herwiha Kazimî got ku ew dê di gotara xwe ya li Civata Giştî ya NY de, behsa rewşa siyasî, aborî, çandî û zehmetiyên ku Iraq rûbirûyî wan bûye bike.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Çînê, banga vegera ewlehiyê li Gabonê kir
30 tbx 2023
Cîhan
HSDê banga dîyaloga navxweyî û rawestandina êrîsan kir
02 rbn 2025
Cîhan
Mezlûm Ebdî banga yekhelwestiya dîyaloga Samê li aliyên Kurd kir
15 brf 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin