Kardes Turkuler bo bîranîna Tahîr Elçî stranek bi navê ''Hewar'' belav kir

28 mijdar 2020 20:30
Kardes Turkuler bo bîranîna Tahîr Elçî stranek bi navê ''Hewar'' belav kir

PeyamaKurd – Ji bo bîranîna Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî yê 5 sal berê hat qetilkirin, Koma Kardeş Turkuler stranek bi navê "Hewar" amade kir û belav kir.

Kardeş Turkuler klîba stranek ku gotinên wê aîdî hevjîna Tahîr Elçî, Turkan Elçî çêkiriye bo bîranîna salvegera wî belav kir . Di 28ê sermaweza 2015an de li ber Mînareya Çar Ling a li Balikçilarbaşiya Diyarbekirê hat kuştin. Stran bi gotina "Ji bo Tahir Elçî" hat pêşkêş kirin. Dîmenên ku ji bo stranê hatine bikaranîn jî aîdî Umît Kivanç in.

Ev in gotinên stranê:

HEWAR

Baran barî mij û ewre sînga te

Hewar e

Çavên girtî bin berfê de bê wate

Hewar e

Binya malan xil û xalî civat e

Hewar e

Berf bariya serê çiya siba te

 

<>