Karayilan bersiva gotinên Trump da: Dereweke mezin e!

13 cotmeh 2019 18:03
Karayilan bersiva gotinên Trump da: Dereweke mezin e!

PeyamaKurd - Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Karkarên Kurdistanê (PKK) Murat Karayilan got, kê ji Serokê Amerîkayê Donald Trump re gotibe “Kurd û Tirk 200 sal in şer dikin” derewan dikin, ji ber ku ti caran şerê Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê çênebûye.

Murat Karayilan ji radyoyeke nêzîkî PKKê re li ser êrîşên bi ser Rojavayê Kurdistanê de li ser gotinên Trump ên Kurd û Tirk 200 sal in şer dikin wiha axivî:

"Serokê Amerîkayê dibêje, 'Kurd û Tirk 200 sal in şer dikin û me xwe ji navbera wan vekişand'. Kê ev agahî ji wî re gotibe dereweke mezin kiriye. Kurdên li Rojavayê Kurdistanê û Tirkiye kengî şerê hev kirine? Ji sînor fîşekeke bi tenê jî hatiye teqandin gelo? Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ku li dijî Tirkiyeyê şer kirine? Tiştekî bi vî rengî nîne. Ev yek propagandayên derewîne.”

Karayilan diyar kir ku Tirkiyê êrişên xwe bi rengekî eşkere li pêş çavên tevahiya cîhanê dike û wiha domand:

"Sûcê şer ê barbarî li pêş çavên hêzên hevpeymaniyê yên li wê deverê tê kirin û ew tenê li vê temaşe dikin. Hêzên hevpeymaniyê di daxuyaniyên xwe de diyar dikin ku ew li dijî dagirkeriyê ne. Eger bi rastî jî li dijî vê dagirkeriyê ne wê demê bila qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dewleta Tirk bigirin. Dikarin vê bikin, ji ber ku di kontrola wan de ye. Eger vê bikin wê hingî hevsengiya şer biguhere hem jî wê dewleta Tirk nikaribe bi rengekî hovane êrîşî sivîlan bike. Eger vê nekin wê demê ev hêz samîmî nînin, durû ne.”

Karayilan da zanîn ku yekemcar e di asteke wiha de Kurd xwedî li doza xwe derdikevin û piraniya gelê Kurd piştevaniya berxwedana li Rojavayê Kurdistanê dike.