Kalin: Tawanbariyên McGurk propagandaya PKKê ye

19 rêbendan 2019 23:04
Kalin: Tawanbariyên McGurk propagandaya PKKê ye

PeyamaKurd - Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin bertek da nirxandin û analîzên Nûnerê berê yê Serokê Amerîkayê Brett McGurk û got, “Tawanbariyên Mcgurk ên bo Tirkiyê propagandaya PKKê ye.”

Kalin bersiv da nivîsa McGurk a rojnameya Washington Postê ku li ser Sûriyê rexneyên tund li Tirkiyê kiribûn û gotibû, wekî hevpeyman bawerî bi Tirkiyê nayê.

Îbrahîm Kalin li ser hesabê twitterê got, "Analîzên McGurk xelet in, tawanbariyên bo Tirkiyê bêwate ne. Tawanbariyên McGurk dubarekirina propagandaya PKKê ye.”

PKK