Kabîneya Ser a Îsraîlê biryara mayîna li Korîdora Philadelphiayê da

30 tebax 2024 16:31
Kabîneya Ser a Îsraîlê biryara mayîna li Korîdora Philadelphiayê da

PeyamaKurd - Kabîneya Ewlehiyê ya Îsraîlê biryar da nexşeyên ku mayîna artêşa Îsraîlê ya di Korîdora Philadelphiayê ya li ser sînorê Filistîn û Misirê de mîsoger dike bipejirîne.

Li gorî nûçeya Rojnameya Jerusalem Post a Îsraîlê, biryara mijara gotinê ji aliyê piraniya (8 wezîr) kabîneyê ve hatiye pejirandin û tenê Wezîrê Parastinê Yoav Gallant li dijî wê derketiye.

Hate ragihandin ku Wezîrê Ewlehiya Neteweyî Îtamar Ben-Gvir deng nedaye.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Alman DPAyê jî, artêşa Îsraîlê nexşeyên ku ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve jî hatibûn pesendkirin, di çarçoveya pêşniyara peymana pevguhertina dîl û girtiyan de xêz kiriye.

Di civîna kabîneyê de wezîran diyar kirine ku bi vê biryarê, egera lihevkirinê pêkantir bûye û divê Hemas jî mîna daxwaza bidawîkirina şer, amade be li ser korîdorê berdêlan bide.

Serokwezîr Benjamin Netanyahu diyar kir ku Îsraîlê di dema hêrişa Hemasê de Korîdora Philadelphiayê kontrol nekir û wiha got: "Êdî komkujiyeke weke ya 7ê Cotmehê ne pêkan e."

Li gorî Netanyahû, gelek çekên ku ji aliyê rêxistinên 'terorîst' ên li Xezzeyê ve tên bikaranîn, bi rêya vê korîdorê dihatin veguhestin.

Netanyahu diyar kir ku Îsraîl bi biryar e ku korîdorê di bin kontrola xwe de bihêle.