Kabîneya nehem a Kurdistanê di salekê de gelek gavên serkeftî avêtin

10 tîrmeh 2020 17:20
Kabîneya nehem a Kurdistanê di salekê de gelek gavên serkeftî avêtin

PeyamaKurd – Kabîneya neham a Hikûmeta Herêma 10ê Tîrmeha 2019an bi seroktiya Mesrûr Barzanî dest bi kar kir û îro salek bi ser hikûmeta nehem de derbas bû.

Pêngava herî mezin a hikûmeta nehem, yasaya çaksaziyê bû ku Serokwezîr Mesrur Barzanî dema li Parlamentoya Kurdistanê bawerî bo kabîneya xwe stand, soza wê dabû û ew yasa dikeve meriyetê.

Kabîneya nehem a bi serokatîya Mesrûr Barzanî di sala yekem de li hemberî astengên sîyasî, tenduristî û aborî rabû û yasaya çaksazîyê jî anî qonaxa cîbicîkirinê.

Herwiha tevî ku pirsgirêkên bi Bexdayê re bi giştî nehatine çareserkirin û vîrusa koronayê barekî giran aniye ser Herêma Kurdistanê jî hikûmeta nehem di gelek waran de bi ser ket.

Bi bicîkirina yasaya çaksaziyê re wê di warê dadperweîyê de bo mûçeyên fermaneber û xanenişînan pêngav bên avêtin. Herwiha rêxistin û rê vekirina hêzên Pêşmerge û di warê sektorên din ên darayî, aborî û kargerî de biryar e gelek gavên din bên avêtin.

Piranîya frakisyonên Parlemana Kurdistanê piştîvaniya çaksazîya kabîneya nehem dikin û niha jî hemû wezîr û aliyên berpirsiyar li ser bicîkirina wê di nav xebateke xurt de ne.