Josep Borrell bang li Îranê kir: Tepeserkirin û givastina ser xwepêsanderan rawestîne
PeyamaKurd – Berpirsê Siyaseta Karên Derve ya Yekîtiya Ewropa (YE) Josep Borrell bi daxuyaniyekê bang li Îranê kir û got, tepeserkirin û givaştina ser xwepêşanderan rawestîne û kesên ku di hefteyên dawî de hatine desteserkirin azad bike.
Josep Borrell diyar kir: "Divê eciqandina tund û tûj bi demildestî bisekine. Divê xwepêşander werin berdan."
Herwiha di berdewamiyê de eşkere kir, divê karanîna înternetê serbest be û kesên ku ji bûyerên dawî berpirs in, hesabê kiryarên xwe bidin.
Borrell ji ser hesabê xwe yê twitterê destnîşan kir, wî bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Abdullahiyan re helwesta ser xwepêşandanen berdewam axiviye.
Josep Borrell eşkere kir, wî ji Abdullahiyan re careke din helwesta zelal û yekgirtî ya YE ragihandiye û ji wezîr Abdullahîyan re got, mafê gelên Îranê heye ku xwepêşandanên aştiyane bikin û berevaniya mafên xwe yên bingehîn bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin