Josep Borell diçe xeta pês a sînorê Ûkrayna-Rûsyayê
PeyamaKurd – Li demeke ku krîza li ser destpêkirina şerekî di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de berdewam dike, Berpirsê Bilind yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell ji bo piştevaniya YEyê ji Kîevê re nîşan bide serdana Ûkrayna dike.
Hat ragihandin ku wê Borell di vê serdanê de, biçe xetên pêş yên sînorê navbera Ûkrayna û Rûsyayê. Josep Borrell beriya serdanê got, “Divê hemû axaftinên li ser ewlekariya Ewropayê bi YE û beşdariya wê bên kordînekirin.”
Hêjayî gotinê ye, çend roj şûnde şandên Amerîka û Rûsyayê jî li Cenevê li ser krîza Ûkraynayê hevdîtineke du rojan dom bike pêk tînin.
Kîev ji sala 2014an ve, dema ku Kirim ji aliyê Rûsyayê ve hatiye dagirkirin ve li du herêmên sînorê welatê xwe li dijî aligirên Rûsya şerê cudaxwazan dike ku heta niha 13 hezar kes di şer de hatine kuştin.
Rûsyayê bi deh hezaran leşker li ser sînorê Ûkraynayê kom kirine û li gorî berpirsên Ûkraynayê xwe ji êrîşeke mezin a ser Ûkraynayê re amade dike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin