Joe Biden, William Burns dike serokê CIAyê

12 rêbendan 2021 01:02
Joe Biden, William Burns dike serokê CIAyê

PeyamaKurd – Serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden ku 20ê mehê dest bi kar dike, namezdê rêveberiya xwe bo Saziya Îstixbarata Amerîkayê (CIA) eşkere kir.

Joe Biden ragihand ku dîplomatê 33 salan ku cîgirtiya wezîrê derve û balyoztiya Rûsyayê kiriye, William J. Burns ji bo posta serokê CIAyê hatiye destnîşankirin.

Tîma Joe Biden da xuyakirin, Burns dîplomatekî xwedî ezmûna salan e û dê ji bo ewlehiya Amerîka û gelê wê bibe mînak.

Biden got: “Balyoz Burns, wê rûbirûyî gefan bibe ku berî bigihin sînorên me û bi zanîna xwe ya nêrîneke ji bo me pêwîst pêk bîne.”