Joe Biden pistgirî da gelê Kubayê: Gel bi wêrekî mafên xwe dixwaze!
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Joe Biden, li ser protestoyên li Kubayê yên dijî deshilatê ku ji ber têkçûna aboriyê û hejariyê dest pê kirine, daxuyanîyeke nivîskî belav kir û piştgiriya xwe ji xwepêşanderan re diyar kir. Biden got, gelê Kuba ‘bi wêrekî’ mafên xwe yên bingehîn dixwaze.
Biden da zanîn ku gelê Kuba dijî ‘zextên rejîma otorîter’ ji bo azadî û rizgarîyê rabûyê ew jî li gel wan in û bibîr xist ku divê rejîma Kuba li hember mafên protestoyên aştîyane bi rêzdarî tevbigere.
Biden herwiha bang li berpirsên deshilata Kubayê kir ku guh bide gel û ji bo pêdîvîyan xizmetê bike.
Serokomarê Kuba Miguel Diaz Canel ji ber protestoyan Amerîka tawanbar kiribû û gotibû, Amerîka hewl dide zirarê bide îstiqrara welêt û bang li alîgirên xwe kiribû ku berevanîya şoreşê bikin.
Ajansa nûçeyan ya Reutersê daye xuyakirin, ji protestoyên roja Yekşemê vir ve bi kêmanî 100 xwepêşander, çalakvan û rojnamevanên serbixwe hatine desteserkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin