Joe Biden li ber Sererkanê Îsraîlê yê bavê 12 zarokan çok danî!

04 tîrmeh 2021 21:07
Joe Biden li ber Sererkanê Îsraîlê yê bavê 12 zarokan çok danî!

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden ku 4 zarokên wî hene, piştî ku hîn bû 12 zarokên Sererkanê Îsraîlê Rivka Ravitz hene, li ber wî xwe çemand û çok danî.

Joe Biden roja Duşema borî li Koşka Spî pêşwazî li Serokomarê Îsraîlê Reuven Rivlin kir ku di hevdîtinê de, Sererkanê Artêşa Îsraîlê Rivka Ravitz ê ortodoksê Haredî jî amade bû.

Rivlin ji Biden re behsa Ravitzê 45 salî kir ku ligel erka xwe ya zehmet ji malbatake 13 kesan berpirsiyar e. Biden jî ji bo heyraniya xwe nîşan bide li ber Ravitz çok danî û ew pîroz kir.

Hat zanîn ku ew wêne ji aliyê endamê Ofîsa Medyayê ya Hikûmeta Îsraîlê ve hatiye girtin û belavkirin.