Jineke Kurd Madalyaya Sahîtiya Holandayê wergirt

24 nîsan 2020 23:58
Jineke Kurd Madalyaya Sahîtiya Holandayê wergirt

PeyamaKurd - Jineke Kurd bi navê Gulê Ebdulrehman wek Gullale Pişderî tê naskirin, hêjayî madalyaya Şahîtiya Holanda ya îsal hat dîdin. Hat zanîn ku mizgîniya wergirtina madalyaya şahîtiyê îro 24ê Nîsanê gihîştiye Gullale Pişderî.

Li gorî nûçeya Rûdawê Gullale Pişderî gotiye, îro parêzgarê bajarê Amsterdamê bi rêya telefonê peywendî ligel wê daniye û pîrozbahiya wergirtina medalyayê lê kiriye. Her çiqas biryar bû rêûresmeke mezin bo belavkirina medalyayê bê pêkanîn, lê belê ji ber şewba Covid-19 ew merasîm bo demeke din hatiye paşxistin.

Pişderî li ser wergirtina wê madalyayê  wiha axivî: “Ez gelek pê şanaz û dilxweş im. Çiqas şanazî bi Holanda û rêzgirtina li zehmetkêşana xwe dikim, ew qas jî şanazî bi wê dikim ku jineke Kurd vê medalyaye werdigire. Ji ber wê yekê ez pîrozbahî li jinên qehreman ên Kurdistan û Holendayê dikim.”

Madalyaya şahîtiya Holandayê didin kesên ku karîgeriyeke wan a berçav li ser başkirina komelgeha Holendayê heye. Hilbijartin jî di encama proseyeke aloz de pêk tê.

Gullale Pişderî ku niha hilgira navnîşana siwarçaka malbata şahîtiyê, Ridder in de Orde van Oranje-Nassaue ye, di salên derbasbûyî de rol girtiye di alîkariya pêketiyên şêrpençeyê de. Ew endama çalak a Dezgeha Niştimanî ya Rûbirûbûna Şêrpençê ye li Holandayê. Herwiha damezrîner û rêvebera navenda pena ye bo pêketiyên şêrpençê ku li Holanda û Herêma Kurdistanê kar dike.

Gullale Pişderî ji bilî ku alîkariyeke zêde daye wan koçber û biyaniyên ku berê xwe dane Holendayê., pirtûkeke wê bi zimanê Holendî belav bûye û ew berdewam mêvana bernameyên televîzyonî û radyoyî yên wî welatî ye. Herwiha berbijêr bûye bo ku bibe hemwelatiya salê li bajarê Amsterdamê.