Jin dê ji bo Gola Wanê 420 kîlometre bimesin

09 gulan 2022 03:33
Jin dê ji bo Gola Wanê 420 kîlometre bimesin

PeyamaKurd-Rêvebirên Komeleya Aktvîstên Gola Wanê, ji bo ku balê bikişînin ser gemariya Gola Wanê û bi armanca ku pêşî li gemariyê were girtin, dê meşeke dirêj li dar bixin.  Hat ragihandin ku dê jin ji bo Gola Wanê, 430 kîlometre bimeşin.

Di çalakiya “Jin ji bo Gola Wanê Dimeşin” de bi dehan jin di saetên sibehê de li navçeya Wanê ya Artemêtê civiyan û daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dê jin li seranserê dorhêla Gola Wanê bimeşin û armanc jî ew e ku ji bo parastin û xwedîderketina li Gola Wanê, hişmendiyek were çêkirin.

Hat zanîn ku dê meşa dirêj a jinan, ji 15 parkûran pêk were. Meşê îro dest pê kir û heta dorhêla Gola Wanê were temamkirin, dê meş bidome.