Jimara welatên tevlî doza komkujiya Îsraîlê ya li Xzzayê dibin giha 12 welatan

15 hezîran 2024 20:33
Jimara welatên tevlî doza komkujiya Îsraîlê ya li Xzzayê dibin giha 12 welatan

PeyamaKurd – Welatên ku tevlî doza komkujiya Îsraîlê ya li Xezzayê dibin giha 12 welatan. Di nav 12 welatan de 3 welatên Ewrûpayê jî hene. Îspanya biryara xwe da, Afrîka Başûr jî ragihand ku wê tevlî doza Dîwana Edaletê ya Navdewletî bibe.

Ji 12 welatan Nikaragua, Kolombiya, Meksika, Libya û Filistin bi fermî daxwaz kirin û li benda biryara dadgehê ne. Belçika, Tirkiye, Misir, Maldiv, Îrlanda, Şili û Îspanya. Niha jî Afrîka Başûr ket nava wan dewletan.